Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Rûhanî yê Îxwan li Misirê Hate Girtin


Mihemed Bedî
Mihemed Bedî
Karbidestên Misirê rêberê rûhanî yê Îxwan El Muslimîn binçav kir, di demekê de ku tepeserkirina Îslamîyên wî welatî tundtir dibe piştî hilweşandina serokatîya Mihemed Mursî ji layê artêşê ve.

Mihemed Bedî, yê 70 salî, roja Sêşemê hate girtin.

Biryar e dadgehkirina Bedî û rêberên din yên Îxwan El Muslimîn roja 25’ê Tebaxê destpê bike.

Her ji destpêka meha Tîrmehê vir ve, herî kêm 1,000 kes hatîne kuştin, li gorî ragihandina fermî ya desthilatdarên Misirê.

Lê belê Îxwan El Muslimîn radigihîne ku hejmara qurbanîyan gelek zêdetir e.
XS
SM
MD
LG