Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mexmûrî: Jibo Pirsên Stratejî, Gerek Kurd Yek Deng Bin


Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku biryar bû di meha Tebaxê de birêve biçe, bo roja 15’ê Îlonê hate paşxistin.

Xefûr Mexmûrî, endamê komîteya amadekarî ya kongreyê, dibêje ku jiber “sedemên teknîkî” kongre hate paşxistin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Mexmûrî got ku jibo serkeftina kongreya neteweyî, “gerek taybetmendîyên hemû beşên Kurdistanê û taybetmendîyên partîyên sîyasî li ber çav bigirin.”

Birêz Mexmûrî, ku herwiha rêberêpartîya Yekîtîya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê ye, dibêje ku nûnerên welatên cîran û rêkxistinên navneteweyî jî di wê kongreyê de beşdar dibin.

Rêberê YNDK herwiha hêvî xwest ku jibo pirsên stratejî Kurd hemû xwedan yek helwest û yek nêrîn bin.

Biryar e kongreya neteweyî ya Kurd roja 15'ê Îlonê li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, destpê bike û sê rojan berdewam be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG