Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar Hikûmeta Sûrî ji Karanîna Çekên Kîmyayî Sûcdar Dikin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, herî kêm 100 kes di êrîşeke hikûmetê de, li nêzîkî paytaxt Şam hatine kuştin.

Bizavkar îdîa dikin ku hêzên dilsozî Beşar Esed di wê êrîşê de çekên kîmyayî bikar anîne.

Lê, hikûmeta Sûrî demûdest ew îdîa red kir. Medyaya dewletê liv û tevgera deverê rahihand û got “jimareke terorîst” hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan jî ragihand ku artêşa Sûrî bi roketan êrîşî Ghaouta kir û lê zêde kir ku bizavkar karanîna gaza jahrîn ragihandine.
XS
SM
MD
LG