Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mêşa Dadê ya Gezî Park li Stenbolê Dawî bû


Justice Walk Istanbul
Meşa Dadê ya bizavkarên Gezî Parkê ku ji bajarê Antalya destpê kiribû û piştî 33 rojan li Stenbolê dawî bû, roja Sêşemê berîya ku meşvan bigihejin Taksîmê rastî mûdaxaleya tund ya polîsan hat.

Meşvanên edaletê Kadir Canbek, Ulaş Çakar û Canberk Apiş 18’ê meha Tîrmehê bi mebesta balê bikişînin ser mexdûrên tundûtujîya bûyerên Gezî Parkê û daxwaza edaletê bikin dest bi vê meşê kiribûn.

Meşa bizavkaran piştî 33 rojan û meşîna bêtirî hezar kîlometran di ser çend bajarên Tirkîyê de dawî bû ku dixwestin li Gezî Parkê daxuyanîyeke balkişandinê ji bîragiştî re ragihînin. Lê, meşa wan li Stenbolê rastî mudaxaleyeke tund ya polîsan hat.

Di encama vê mudaxaleyê de, parlamentarê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Mersînê Ertugrul Kurkçu jî rûbirûyî tundûtujîyê bû ku bizavkarek jî ji hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxanê.

Meşvanên edaletê dema rastî mudaxaleyê hatin, li taxa Gumuşsuyu bûn ku ew der jî qasî kîlometrekê dûrî meydana Taksîm û Gezî Parkê ye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG