Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîngul: Hikûmeta Tirkîyê Dixwaze Xebatên 1’ê Îlonê Terorîze Bike


Polîsên Stenbolê van rojên dawî bi ser malên endamên Meclîsa Ciwanan ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya Stenbolê de digirin ku roja Çarşemê jî ev operasyon berdewam bûn.

Hate ragihandin, di du rojan de bêtirî 20 kes hatine binçav kirin ku hîna sedemên girtina wan nehatîye dîyar kirin.

Hevserokê BDP’ê yê bajarê Stenbolê Emrullah Bîngul ji Dengê Amerîka re sedemên serdegirtina malan û binçavkirina ciwanan dinirxîne.

Ew dibêje, "ji ciwanên ku hatine binçav kirin pirsên, ‘Hûn çima beşdarî çalakîyên Gezî Parkê bûne?’ û ‘Hûnê beşdarî bizavên 1’ê Îlonê bibin yan na?" hatine pirsîn.

Birêz Bîngul dide xuya kirin, "jiber ku naxwazin ciwanên me ji derveyî polîtîkayê mijulahîyê bi xebatên civakî re bikin, rastî van astengî û operasyonan tên."

Emrullah Bîngul îdia dike, hikûmeta AKP’ê dixwaze xebatên BDP’ê yên jibo Roja Aştîyê ya Cîhanî 1’ê Îlonê ku nêz bûye bi vî awayî terorîze bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG