Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Ku Sûrîye Çekên Kîmyayî Xebitandiye Divê Cîhan Bersîv Bide


Fransa dibêje, divê civata navnetewî bi hêza leşkerî bersîvdana îdîayên opozîsyona Sûrî bide, eger ew îddîa werin îsbat kirin.

Serhildayên Sûrî dibêjin, rejîma Esed li nêzîkî payaxt Şam çekên kîmyayî bikar anîne.

Lê, Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius îro Pêncşemê got, şandina hêzên erdê ne mebesta wî ye.

Hikûmeta Sûrî îdîayên karanîna çekên kîmyayî red kir.

Şam dibêje, opozîsyon hewil dide ku bala vekolêrên Neteweyên Yekbûyî bikşîne alîyekî din ku jibo îdîayên dijî serhildayan vekolînan bike ku wan jî destpêka vê selê çekên heman rengî xebitandine.
XS
SM
MD
LG