Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Lubnanê de Kuştî û Birîndar Hene


Raportên ji Lubnanê radigihînin ku di encama du peqînan de herî kêm 12 kes li bajarê Trablus hatine kuştin.

Peqîn piştî ku nimêja Înîyê qedîya, li dervayê mizgeftekê qewimî.

Heta niha kes berpirsîya wê êrîşê bi ser xwe ve negirt.

Girjî û reqbûna li Lubnanê zêde bûye, jiber şerê berdewam yê li Sûrîyê.

Gel, rêxistinên sîyasî û hêzên leşkerî dabeş bûne, navbera piştgirên Serokê Sûrî Beşar Esed û yên dijî wî.
XS
SM
MD
LG