Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîdal Hesen li Dadgeheke Leşkerî li Teksasê Tê Gunehbarkirin


Pisporekî derûnî yê Artêşa Amerîka ku bi kuştina bi mebest ya 13 hevkarên xwe yên leşker li sala 2009ê li bingeheke leşkerî li Teksasê hatiye darizandin û nuha pêkane ye rastî cezayê mirinê were.

Komîteyek ku ji 13 efserên artêşê pêk hatibû, roja Înîyê Efser Nîdal Hesen bi kuştina leşkerên Amerîka gunehbar kirin, li dema wan xwe jibo çûna Îraq û Afganistanê amade dikirin. Ew herwiha bi birîndarkirina 32 leşkerên din hate gunehbarkirin.

Nîdal Hesen, yê ku li Amerîka ji dayîk bûye lê bi eslê xwe Misilman e, dibêje ku wî ew êrîş pêk anî da ku rê li ber leşkerên Amerîkî bigire ku neçin wan welatan û şerê xirabkarên Misilman bikin.

Di prosesa darizandinê de, dora 90 dîdevanî îfadeyên xwe li dijî doza Nîdal Hesen pêşkêş kirin.

Ji roja Duşemê de, heman komîteya dadwerên leşkerî lihev dicive da ku biryara birîna cezayê bistînin. Yek ji bijareyan bidarvekirin e.
XS
SM
MD
LG