Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cebhet el Nusra Soza Tolhildanê ji Rejîma Sûrîyê Dike


Rêberê komeke mîlîtan ya girêdayî el Qayîde li Sûrîyê dibêje, ewê tola bi sedan xelkên Sûrîyê hilîne, ewên ku di encama çekên kîmyawî de ji alîyê hikûmeta Esed hatin kuştin, li gorî ku dibêje.

Gotinên rêberê koma Îslamî ya Cebhet el Nusra Ebû Mihemed el Colanî wekî faylekî dengî roja Yekşemê li ser malpereke cîhadî hatin weşandin. Ew herwiha li ser hesabên grupê li ser Facebook û Twitter hatin weşandin.

Rastîya van gotinan demûdest nehatine piştrastkirin.

El Colanî got ku ew plan dike gundên Misilmanên Şîa bike armanc. Hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed li jêr destên Elewîyan e, ku ew jî beşek in ji Şîayan.

Ji alîyekî din, Serokê Fransî dibêje, belge nîşan didin ku çekên kîmyawî di êrîşên Çarşema bûrî de li ser taxên derdora Şamê hatine bikaranîn. Wî herwiha got ku ev belge didin xuyakirin ku rejîma Esed li dû wê êrîşê bû.

Li gorî daxuyanîyekê ji ofîsa wî roja Yekşemê, Serokê Fransî Francois Hollande got, her tişt dihêle Fransa bawer bike ku rejîm li dû êrîşê ye. Lê daxuyanî bêtir neket nav hûrgilîyan.
XS
SM
MD
LG