Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"3600 Kes jiber Çekên Kîmyawî li Nexweşxaneyên Şamê Hene"


Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor ya saxlemîya navneteweyî roja Şemîyê got ku sê nexweşxaneyên paytexta Sûrî, Şam, nêzîkî 3600 nexweş wergirtine ku nîşanên materyalên kîmyawî li wan hatine.

Rêxistin dibêje, di nav nîşanên ku li nexweşan de hatine, têkçûna dîtinê û gêjbûn. Rêxistin herwiha dibêje, dora 10 ji sedî ji wan mirine.

Civaka navneteweyî bi tundî bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê şermezar kiriye. Serokê nû yê Îranê, Hesen Rûhanî, roja Şemîyê tevlî rêberên din yên cîhanê bû, lê raporteke medyaya dewleta Îranê radigihîne ku wî rexne ne li hikûmet ne jî li opozisyona Sûrî kiriye.

Birêz Rûhanî dibêje, hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, ku bixwe jî qurbanîyeke çekên kîmyawî ye, hemû civaka navneteweyî bibîr tîne ku her tiştî bike da ku rê li ber bikaranîna çekên kîmyawî li çi deverê be bigire, bi taybet li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG