Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sultanê Omanê Serdana Îranê Dike


Sultanê Omanê Qabûs bin Saîd
Sultanê Omanê Qabûs bin Saîd
Îranê roja Yekşemê bixêrhatina rêberê welatê Oman kir, di serdanekê de ku dibe rola Oman jibo kêmkirina girjîyê navbera Îran û welatên Rojava, bide xuyakirin.

Sultan Qabûs, rêberê Oman, di serdana xwe ya sê roj de danûstandinên dualî ligel karbidestên îranî pêk tîne. Berê jî, Îranê alîkarîya azadkirina girtîyên Îranî û Amerîkî di zindanên herdu welatan de kiriye.

Berî serdanê, rojnameyên Îranê çaverê kirin ku Oman dikare careke din roleke navendî navbera Îran û Rojava bilîze, bi taybet li ser pirgirêka berdewam ya programa Îranê ya navokî.

Lê belê, Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Jewad Zarîf, ji rojnamevanan re got ku hayê wî ji acendeyên wisa yên vê serdanê tune ye.

Oman peywendîyên baş ligel Ewropa û Amerîka hene û di heman demê de têkilîyên dîrokî jî ligel Îranê hene. Ev serdana ya yekê ye ji alîyê reberekî biyan ve, ji dema ku Hesen Rûhanî berî sê hefteyan bi fermî bû Serokê Îranê.
XS
SM
MD
LG