Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zincîreke Teqînan Îraq Hejand


Bi sedema zincîreke teqînan li seranserê Îraqê, bi kêmî ve 41 kes hatin kuştin û 82 kes birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, du teqîn êvarîya Yekşemê li bajarê Beqûbe qewimîn. Di teqîna yekê de, bi kêmî ve heft kes hatin kuştin û 34 kesên din birîndar bûn.

Teqîna din li dawetekê qewimî; çar kes hatin kuştin û 17 kesên din birîndar bûn.

Herwiha bombek li derveyî çayxaneke taxê Şaab li Bexdayê teqî. Di wê teqînê de sê kes hatin kuştin û 16 kesên din birîndar bûn.

Li bajarê Medayin jî, bombek li di maça futbolê de teqî; çar xort hatin kuştin û 13 kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG