Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîlî Daxwaza Sekinandina Herikîna Xwînê li Sûrîyê Dike


Şîmon Pêrês
Serokê Îsraîlê Şîmon Pêrês dibêje bila Neteweyên Yekbûyî ji Komkara Welatên Ereb bixwaze ku hikûmeteke demkî li Sûrîyê ava bike, di bizavekê de jibo sekinandina herikîna xwînê li Sûrîyê.

Ev cara yekemîn e ku rêberekî Îsraîlî daxwaza mudaxeleya navneteweyî li Sûrîyê bike.

Pêrês dibêje ku gerek civaka navneteweyî li destpêkê tevaya çekên kîmyawî li Sûrîyê nehêle, da ku careke din ew çek nehên bikaranîn.

Serokê Îsraîlê herwiha got ku kesên bîyanî nizanin ka çi li Sûrîyê diqewime, lewma gerek Neteweyên Yekbûyî ji Komkara Welatên Ereb bixwaze ku hikûmeteke demkî li Sûrîyê pêk bîne.
XS
SM
MD
LG