Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Esed bi “Hemû Rêyan” Xwe Diparêze


Welîd Mualim
Welîd Mualim
Wezîrê Derve yê Sûrî roja Sêşemê got ku welatê wî wê bi hemû rêyan xwe diparêze eger rastî êrîşeke Amerîkî bihêt.

Welîd El Mualim herwiha got ku hikûmeta Sûrîyê ne berpirsyar e hemberî êrîşa bi çekên kîmyawî ya heftîya bihurî.

Di konferanseke rojnamevanî de, Mualim ji Amerîkayê xwest ku belgehan pêşkeş bike ku desthebûna Şamê di wê êrîşê de piştrast bikin.

Wezîrê derve yê Sûrî got ku jiber nakokîyên komelên serhildayan, serdana duwemîn ya lêvekolên Neteweyên Yekbûyî jibo cihê êrîşa bi çekên kîmyawî hate paşxistin.
XS
SM
MD
LG