Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji 15’ê Tebaxê vir ve 44,000 Penaber Derbasî Herêma Kurdistanê Bûn


Penaberên Kurdên Sûrîyê li nêzîkî Pêşxabur, sînorê Herêma Kurdistanê.
Penaberên Kurdên Sûrîyê li nêzîkî Pêşxabur, sînorê Herêma Kurdistanê.
Berpirsê ajansa penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dibêje ku her ji roja 15’ê Tebaxê vir ve 44,000 penaberên Sûrî derbasî Herêma Kurdistana Îraqê bûn. Ev mezintirîn pêla revîna penaberên Sûrîyê ye piştî serhildan û şerê Sûrîyê li sala 2011’ê destpê kir.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Associated Press li Bexdayê, Berpirsê UNHCR Antonio Guterres daxwaz li welatên cîranên Sûrîyê kir ku sînorên xwe jibo penaberan vekin.

Guterres herwiha got ku du milyon welatîyên Sûrî niha penaber in. Berpirsê UNHCR herwiha got ku dibe ku hejmara penaberan gelek zêdetir bibe.
XS
SM
MD
LG