Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Amade ye Berpirsîyarên Êrîşên Kîmyawî “Ceza Bike”


Francois Hollande
Francois Hollande
Hikûmeta Fransî amade ye ku berpirsîyarên êrîşa bi çekên kîmyawî li Sûrîyê ceza bike, li gorî seorkê Fransî.

Di gotarekê de roja Sêşemê, Francois Hollande got ku welatê wî amade ye wan kesan ceza bike ku çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl bikar anî.

Hevdem, Serokwezîrê Brîtanî David Cameron daxwaza li dar xistina civîna parlamentoyê kir jibo encamdana gotûbêjan li ser bersiva Brîtanyayê bo êrîşa heftîya bihurî li Sûrîyê.

Herwiha Amerîka êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed berçav digire, piştî êrîşa berguman ya bi çekên kîmyawî.
XS
SM
MD
LG