Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden: Yên Çekên Kîmyawî Bikar Anîn Dê Berpirs Werin Dîtin


Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden roja Sêşemê got ku guman tune ye ku rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed êrîşa kîmyawî li hefteya bûrî li dijî sivîlan li Şamê pêk anîye, û divê ew berpirs were dîtin.

Di nav amadekarîyên jibo operasyoneke leşkerî li ser Sûrîyê, Biden gotarek li konferansa American Legion li wîlayeta Teksas bi gotinên sert li dijî hikûmeta Esed destpê kir.

Wî got, guman tune ye ku qanûna sereke ya navneteweyî hatiye binpêkirin, û guman tune ye ku rejîma Sûrî berpirs e. Wî herwiha got ku Amerîka û hevalbendên xwe biryarder in ku kesên tawanbar berpirs derxînin.

Hikûmeta Sûrî pêkanîna êrîşên kîmyawî red dike û berpirsîya van renge êrîşan xiste stûyê serhildayên ku jibo roxandina Serok Esed şer dikin.

Serok Obama şîretên xwe ligel tîma xwe ya ewlekarîya niştimanî dom dike. Ew û Biden û kesên din yên revebirîya Amerîka destpê kirine peywendîyên telefonî ligel rêberên cîhanê dikin.

Koçka Spî bi berdewamî teqez dike ku bersivek jibo êrîşa çekên kîmyawî cuda ye jibo pirsgirêka giştî ya dawîkirina şerê navxweyî li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG