Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Nîdal Hesen li Teksasê Berdewam Dike


Nîdal Hesen ji 2009'ê ve di zindanê de ye
Nîdal Hesen ji 2009'ê ve di zindanê de ye
Zilamê gunehbar bi êrîşa Fort Hood li Teksasê di rûniştina danîna cezayê xwe de bêdeng ma, bêy ku bang li ti dîdevan bike an jî îfadeyekê bide.

Derûnnasê artêşa Amerîkî Nîdal Hesen hefteya bûrî bi kuştina 13 kesan û birîndarkirina 30 kesên din di êrîşa sala 2009'ê de ya li bingeheke leşkerî, hate tawanbar kirin.

Roja Çarşemê, komîteya biryardanê ya ku ji 13 efserên leşkerî pêk tê, dê biryarê bide ka zindana heta hetayî yan jî cezayê mirinê bide Hesen.

Endamên malbatên leşkerên Amerîkî ku di wê êrîşê de hatin kuştin, îfadeyên xwe roja Duşemê li rûniştina darizandinê dan. Di îfadeyan de, wan behsa wê yekê kirin ka çawa jiyana wan bi bûyerê wêran bû.

Ew kesên ku ji êrîşê filitîn jî roja Duşemê îfada dan. Di nav wan kesan de efser Patrick Ziegler. Wî gote komîteya biryardanê ku çawa rastî çar guleyan hatibû û çawa paşê ket jêr operasyoneke awarte ku tê de nêzîkî 20 ji sedî ji mejîyê wî hate hilanîn.

Nîdal Hesen ku Amerîkî ye lê bi eslê xwe Misliman e, li ser êrîşê mikur hatiye. Di prosesa darizandin û dadgehkirinê de, wî nûnertîya xwe wekî parêzer kir.
XS
SM
MD
LG