Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Şerê Sûrîyê li Ser Bazara Cîhanî Zêdetir Dibe


Buhayên bazarên stokan li Amerîka, Ewropa û Asya hatin xwarê, piştî raportên ku Amerîka û welatên din karekî leşkerî li dijî Sûrîyê didin ber çavan.

Di danûstandinên roja Sêşemê de, Dow Jones bi rêjeya 1 ji sedî daket, stok li Fransa û Almanya jî bêtirî 2 ji sedî ji rêjeya buhayên xwe winda kir, li vê dema ku Nikkei ya Japonê bi nîv yek rêjeya hate xwarê.

Buhayên pêşerojê petrolê jî bilind bûn, li vê dema ku weberhêner xeman dixwin ku tundûtûjîya pêkane li Rojhilata Navîn dikare ziyanê bigihîne berhemdan û şandina petrolê. Standardên buhayê petrola xwe ya Amerîkî bi 3 dolaran zêde bû û gihişt 109 dolaran jibo her bermîlekê.

Herwiha buhayên pêşerojê yên zêr zêde bûn. Li bajarê New Yorkê, 27 dolar hate ser buhayê onseke zêr, anku gihişt 1420 dolarî.
XS
SM
MD
LG