Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrîyê: Em Dengê Daholên Şer Dibihîzin


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd el Mualim soz dide ku bersiva her êrîşeke leşkerî ya Rojavayî, bi berevanîyeke jinişkave bide, wekî ku binav kir.

El Mualim roja Sêşemê got ku Sûriye dengê daholên şerekî dibihîze. Wî got, Rojava îdîayên çekên kîmyawî bikar tîne wekî hicetek jibo êrîşî Sûrîyê bike.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê careke din red kir ku hikûmeta wî çekên wisa bikar anîbe, û wî ji Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî xwest ku belgeyan pêşkêş bikin.

Jiber sedemên ewlekarîyê do Sêşemê, tîma vekolerên Neteweyên Yekbûyî serdana xwe jibo cihekî din li Şamê yê ku çekên kîmyawî lê hatine bikar anîn, bipaşve xistin.

Roja Duşemê, nîşanvanan teqe li tîma NY kirin, dema ew li taxa Muadamiyê ya rojavaya Şamê bûn. Ti kesî di êrîşê de ziyan nedît û hikûmeta Sûrî û serhildayan hevdu bi wê teqekirinê tawanbar kirin.
XS
SM
MD
LG