Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama di Merasîma Tekoşîna Mafên Civakî de Axaftinek Dike


Serokê Amerîka Barack Obama dê îro di salvegera 50î ya Rêdeçûna Ber bi Washingtonê de axaftina serekî kir.

Pirtir ji 250.000 hezar kes di sala 1963an de, jibo mafên wekhev meşîbûn Avahîya Bîranînê ya Serok Lincoln

Birêz Obama, ku yekemîn serokê reş yê Amerîka ye, li ber e pêş deh hezaran kesan axaftina îro kir.

Di mersîma bîranînê ya îro de, wê herwiha serokê berê Jimmy Carter, Bill Clinton û stêrka navdar Oprah Winfrey jî amade bun.

Rêdeçûna berî 50 salan, bi axaftina navdar ya Martin Luther King Jr. “Xewneke Min Heye (I Have a Dream)" di bîra bi mîlyonan kesan e ku ew tê de qala ahenga nîjadî û dadwerî kiribû.
XS
SM
MD
LG