Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kaplan: Eger Şer Derkeve Tirkîye Bin Agir Dimîne


Piştî ku li Şamê jiber gûmana çeken kîmyayî bi sedan kes hatin kuştin, îhtîmala operasyonên leşkerî yên navdewletî li dijî Sûrî zêdetir dibe.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu di derbarê îhtîmala operasyoneke leşkerî de wiha got:

"Jibo ku Tirkîye bikaribe leşkeran bişîne Sûrî, di destê me de tezkere heye, lê dema ku mudaxalayeke leşkeri pêk hat, ger hewce be emê li parlamenê tezekereyek nû derxin."

Berdevkê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û parlamenterê Çewlikê (Bîngol) Îdrîs Balûken roja Sêşemê dîyar kir ku partîya wan dijî operasyona lekşerî ye û ger tezkere were parlamenê ewê red bikin.

Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ji Dengê Amerîka re got "Ger hikûmeta AKP'ê, bê biryara parlamenê bi sere xwe hereket bike, ewê nikaribe ji bine vî barî derkeve.”

Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir ger li gorî aqil neye hereket kirin, bi vê operasyonê fitne û tovê şerê cîhanê dê bê avêtin. Wî herwiha dîyar kir di îhtîmala şer de ê di binî agir de bimîne Tirkîye ye, jiber ku Tirkîye di menzîla mûşekên Sûrî de ye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:25 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG