Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Mudaxeleya Sînorkirî bi Guman e


Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan
Gotûbêj û nirxandinên operasyoneke dijî rejîma Sûrîyê li Tirkîyê berdewam dikin. Tirkîye berevajî hikûmeta Amerîkî, li şûna mudaxeleya bi sînor daxwaza hilweşandina deshilatîya Esed dike.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan piştî axaftina Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got, “mudaxeleya sînorkirî ya dijî rejîma Sûrîyê me tetmîn nake, divê mîna ya Kosovoyê be. Ne bi lêdan û derketina rojek du rojan, divê bihêle ku Esed rejîmê berde.”

Hevdem Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul jî dîyar kir, “Tirkîye li hember van geşedanan nikare xemsar bimîne. Ger mudaxele ne li ser bingeha stratejîyeke sîyasî be wê negihîje encamekê. Îhtimal heye ku alozî û nedîyarî li Sûrîyê bi domdirêjî berdewam bike.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu roja Înîyê agahîyên îstixbarî derbarê karanîna çekên kîmyewî ji alîyê rejîma Sûrîyê ve parve kirin.

Davutoglu bibîr xist, “eger bertek ji vê binpêkirina hiqûqa navnetewî re neyê nîşandan wê li hin deverên din yên dinyayê jî derdorên ku xwedîyê van çekên dij mirovî ne, mafê bikaranîna wan di xwe de bibînin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG