Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde: Îxwan El Muslimîn ya Misirî Bedkar e


Alîgirên Îxwan El Mislimîn.
Alîgirên Îxwan El Mislimîn.
Reberekî komela terroristî yê El Qayde li Îraqê roja Şemîyê bang li welatîyên Misirê kir ku şerê artêşa welatê xwe bikin û herwiha Îxwan el Mislimîn wekî “bedkar” binav kir jiber ku ew dixwazin hêzê bi rîya demokrasîyê bidest bixin.

Di peyameke dengî de Ebû Mihemed El Ednanî partîya Îxwan el Mislimîn ya Misirê rexne kir û got ku cîhada wan ne jibo Xwedê ye, lê belê jibo hêz û siyasetê ye.

Wî got ku “Îxwan el Mislimîn ji tevgerên sekuler xirabtir û gemartir e.”

El Ednanî berdevkê fermî yê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê ye ku şerê hikûmeta Bexdayê ya piranî Şîa dike.
XS
SM
MD
LG