Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Lêvekolên NY Sûrîye Hêla û Gihişte Libnanê


Tîma Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi encamdana lêkolînan li ser bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê roja Şembî gihişte Libnanê.

Karwanê otomobîlên lêvekolên N.Y. derbasî Libnanê bû piştî çar rojên lêkolînan li Sûrîyê.

Biryar e ku di demê du heftîyan de lêvekolên N.Y. raporta fermî ya xwe derbarê êrîşa kîmyawî li Sûrîyê eşkere bikin.

Hikûmeta Amerîkî ragihand ku di êrîşa roja 21’ê Tebaxê de 1,429 kes hatine kuştin ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG