Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok: Gerek Amerîka Kiryareke Leşkerî li Dijî Şamê Encam Bide


Serok Obama û Cîgirê Serok Joe Biden li baxçeyê Qesra Sipî, Şembî, 31'ê Tebaxê, 2013.
Serok Barack Obama dibêje ku gerek Amerîka kiryareke leşkerî li dijî hikûmeta Sûrîyê encam bide jiber bikaranîna çekên kîmyawî.

Serok got ku Amerîka bê deng û bê helwêst nabe hemberî tawankarîya ku li Sûrîyê hate kirin.

Di gotarekê de bo gelê Amerîkî roja Şembî, Serok Obama got ku kiryara leşkerî ya Amerîkî operasyoneke dirêjdem nabe û Amerîka leşkerên xwe naşîne Sûrîyê.

Rêberê Amerîkayê got ku wê dem û mezinahîya operasyona leşkerî sînordar bin.

Di gotara xwe de li Washington, Serok Obama herwiha got ku operasyona leşkerî ya Amerîkî bê moleta Kongresê destpê nake.

Biryar e Encûmena Nûneran li roja 9'ê meha Îlonê dest bi civînên xwe bike. Lê belê dibe ku Senat civînên xwe pêş bixe. Kongresa Amerîkî li herdu civatên Encûmena Nûneran û Senatê pêk dihêt.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku di êrîşa bi çekên kîmyawî ya roja 21’ê Tebaxê de 1,429 kes hatine kuştin ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG