Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Piştgirîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê Ava Bû


Jibo piştgirîya rojavayê bikin, şexsîyet û takekesên serbixwe li Dîyarbekirê Komîteya Piştgirîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê damezrandin.

Rêvebirên komîteyê sîyasetvanên Kurd Îbrahîm Guçlu, Seîd Veroj û Îsmaîl Bobî roja Şemîyê bi daxûyanîyek çapamenîyê damezrandinê komîteyê îlan kirin.

Seîd Veroj destnîşan kir pêkanîna îradeyeka sîyasî ya hevpar, pêşxistina fikra sîyaseta netewî, damezrandina dewleteke serbixwe jî di nav de, rêxistinkirina sazîyên netewî-civakî, mesûlîyeteke dîrokî ye.

Seîd Veroj bibîrxist ku piştî Peymana Hewlêrê Desteya Bilind hat ava kirin û îddia kir hinek alîyên sîyasî bi nêrîneke hegemonîk, Desteya Bilind bêtesîr kirini herwiha li hemberê şexs û partîyên sîyasî terorekî ji yê Baasê dijwartir bikaranîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG