Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asya Ebdulla: Em Çareserîya Aşitîyane Dixwazin


Asya Ebdullah
Asya Ebdullah
Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Asya Ebdulla, jibo beşdarê pîrozbahîya Roja Aşitîya Cîhanê bibe, hat Dîyarbekirê.

Asya Ebdulla li ser pirsa Dengê Amerîka hevdîtina lijneya Encumena Niştimanî ya Kurd bi opozisyona Sûrî re nîrxand û got “ Ev mudaxaleyek li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Eger îttifaqek bi hêzên opozisyonê re çêbibe, divê bi rêya peymana Hewlêrê, bi Desteya Bilind re were kirin.” Hevseroka PYD got xalê ku di nav peymanê de ne, ne li gorî berjewendiya gelê Kurd e.

Asya Ebdulla li ser pirsa rewşa derîyê sînor û koçberîya girseyî ber bi başûrê Kurdistanê ve jî got “ ev encama sîyaseta ambargoya ser deriyan bû. Koçberî siyaseteke bizanebûn û xeter e. ” Xanima Asya destnîşan kir eger ew deri were şuxulandin ne ku bibe deriye koçberî divê bibe deriye ticarete.

Hevseroka PYD li ser pirsa ihtîmala mudaxaleya leşkeri ya li ser Sûrî jî got “ger mudaxale bibe em bi çareseriya aşitîyane va ne. Em aliger in ku biryara civîna du ya Cenevre çêbibe û hemû alî beşdar bibin. Eger mudaxale leşkeri jibo ruxandina rejima Baas bibe, emê herêma xwe biparêzin, ji kîjan alî dibe bila bibe, eger êrîş li ser Rojava çêbibe, mafê me yê xweparastinê heye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:03 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG