Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Gotara Serok Obama, Opozisyona Sûrîyê Bêhêvî Bû


Serhildayên Sûrî.
Opozisyona Sûrîyê bêhêvîbûna xwe ragihand hemberî biryara Serok Obama jibo paşxistina her operasyoneke leşkerî li dijî Şamê û wergirtina moleta Kongresê jibo wê operasyonê.

Karbidestên opozisyonê dibêjin her paşxistina êrîşeke leşkerî wê rêkê xweş bike ku serokê Sûrî Beşar El Esed êrîşên xwe li dijî xelkê sivîl berdewam bike.

Di gotarekê de roja Şembî, Serok Barack Obama got ku gerek Amerîka kiryareke leşkerî li dijî hikûmeta Sûrîyê encam bide jiber bikaranîna çekên kîmyawî.

Lê belê Serok Obama got ku operasyona leşkerî ya Amerîkî bê moleta Kongresê destpê nake.

Rêberê Amerîkayê herwiha got ku Serok got ku Washington bê deng û bê helwêst nabe hemberî tawankarîya ku li Sûrîyê hate kirin.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku di êrîşa bi çekên kîmyawî ya roja 21’ê Tebaxê de 1,429 kes hatine kuştin ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG