Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 800 Kes di Meha Tebaxê de li Îraqê Hatin Kuştin


Neteweyên Yekbûyî roja Yekşemê ragihand ku di meha Tebaxê de herî kêm 800 kes li Îraqê hatîne kuştin.

Di raportekê de N.Y. ragihand ku 716 kesên ku di meha bihurî de hatîne kuştin xelkê sivîl bûn.

Li gorî wê raportê, her ji destpêka sala 2013’ê vir ve nêzîkî 5,000 kes hatîne kuştin.

Tundûtûjî li Îraqê zêde bûn piştî tepeserkirina xwepêşanderên Sunnî ji layê hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan ve li meha Nîsanê.

Êrîş û teqîn roja Yekşemê jî her berdewam bûn û bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG