Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Washington Protesto li Dijî Mudaxeleya li Sûrîyê Hate Kirin


Rikberên mudaxeleya leşkerî ya Amerîkî li dijî Sûrîyê xwepêşandan kirin.

Protestoyên li dijî şerî li pêş Koçka Spî li Washington û welatên din wekî Fransa, Almanya, Brîtanya, Australia, Urdun û Tirkîyê pêk hatin, rojekê piştî hikûmeta Amerîka raporta ya li ser bikaranîna hikûmeta Sûrî ya çekên kîmyawî li dijî sivîlan. Lê belê herwiha xwepêşandinên jibo piştgirîya karekî leşkerî li dijî Sûrîyê hebûn.

Hevalbendên Sûrîyê piştgirîya xwe jibo hikûmeta Serok Beşar Esed nîşan dan.

Serokê Rûsya Vladimir Putin got, ewê karekî yekcar bêwate be eger hikûmeta Sûrî çekên kîmyawî bikar bîne li dema ku ew di şerê xwe de li dijî serhildayan biser diket.

Putin bang li Amerîka kir ku çi belgeyekê li ser bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê bide dest Neteweyên Yekbûyî.
XS
SM
MD
LG