Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Dengê Xwe Gihand Kongresa Amerîkî


Kongresa Amerîkî
Opozisyona Sûrî daxwaz li Kongresa Amerîkî dike ku moletê bide êrîşa leşkerî ya Amerîkayê li dijî rejîma Beşar El Esed.

Di peyamekê de roja Yekşemê, hevalbendîya opozisyona Sûrîyê ragihand ku gerek endamên Kongresê xuya bikin ku bikaranîna çekên kîmyawî li her cihekî bê ceza derbas nabe.

Di gotarekê de roja Şembî, Serok Barack Obama got ku gerek Amerîka kiryareke leşkerî li dijî hikûmeta Sûrîyê encam bide jiber bikaranîna çekên kîmyawî.

Lê belê Serok Obama got ku operasyona leşkerî ya Amerîkî bê moleta Kongresê destpê nake.

Hevalbendîya Opozisyonê ragihand ku “dîktatorên li Îran û Koreya Bakur li nêzîk ve berê xwe didin ka çewa cîhana azad bersiva rejîma Esed dide jiber bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gelê Sûrîyê.” Eger cîhana azad bersiva binpêkirina qanûna navneteweyî nedin, dîktator li seranserê cîhanê wek rejîma Esed wê çekên kîmyawî bikar bînin, li gorî opozisyona Sûrîyê.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku di êrîşa bi çekên kîmyawî ya roja 21’ê Tebaxê de 1,429 kes hatine kuştin ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG