Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geverî: Mumkîn e ku Kongreya Neteweyî ya Kurd Bê Paşxistin


Adem Geverî
Adem Geverî
Biryar e Kongreya Neteweyî ya Kurd di 15’ê Îlonê de li Hewlêrê birêve biçe.

Endamekî komîteya amadekarî ya kongreyê dibêje, dibe ku kongre bê paşxistin. Lê belê Adem Geverî herwiha got ku heta niha biryara paşxistina kongreyê nehatîye dan

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Geverî got ku nakokî di navbera partîyên Kurd de hene, bi taybet li ser dabeşkirina delegeyan.


Birêz Geverî dibêje ku “heta îro jî me nikarî ku li ser dabeşkirina delegeyan li hev bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG