Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tundûtûjîyên Îraqê de 14 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke êrîş û teqînan 14 kes roja Sêşemê li Îraqê hatin kuştin.

Li başûra Bexdayê, çekdaran êrîşa mala endamekî komela ‘Sehwe’ ya çekdarên Sunnî kir; komela ku şerê li dijî El Qayde dike.

Di wê êrîşê de ew endam, hevjîna wî û sê zarokên wî hatin kuştin.

Roja Duşemê jî rêberê komela ‘Sehwe’ Wîsam El Hardan ji mirinê filîtî, piştî du êrîşberên xwekujî êrîşa wî kir.

Her roja Sêşemê, otomobîlek li pêş resturanteke devera Cibala ya ser bi Bexdayê teqî û bi kêmî ve du kes hatin kuştin û heft kesên din birîndar bûn.

Li deverên din yên Bexdayê jî bi kêmî ve şeş kesên din hatin kuşin.
XS
SM
MD
LG