Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penabera Kurd: Jin Nema Zanin Xwe Çawa Biparêzin


Fehîme Mihemed
Penabera Kurd ji Sûrîyê Fehîme Mihemed ku tevî çar zarokên xwe li kampa penaberan dimîne dibêje, “kamp wekî zindanê ne û bi taybet jî rewşa jin û zarokên penaber pir xerab e.”

Fehîme Mihemed ku demek berê ji kampa bajaroka Ceylanpinarê bi mebesta vegotina rewşa penaberan li Stenbolê beşdarî civînekê bû, ji Dengê Amerîka re agahîyên balkêş li ser jiyana kampên penaberan parve kirin.

Xanima Mihemed dide xuya kirin, jiyana kampê mîna zîndanê ye û balê dikişîne ser ku Kurdên li kampan jî bi metirsîya êrîşan re rûbirû ne.

Penabera Kurd dîyar dike, zehmetkêşîya penaberîyê li ser milê jinan e ku ew ji alîyekî bi zewacên ne dirûst li alîyekî jî li nav bajaran bi kiryarên nexweş hatine herimandin.

Ew destnîşan dike, hem jiber rejîma Beşar Esed hem jî jiber êrîşên Cehepet El Nusre û tunebûna pêdivîyên jiyanî Kurd di nav du agiran de mane.

Fehîme Mihemed agahî dide, li kampan gelek caran zarok rastî destdirêjîya cinsî tên, jin û zarok êdî nema zanîn xwe çawa biparêzin ku ew wek jiyanên winda li bajaran belav bûne.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG