Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbaqî Yusif: PYD Nahêle Helwêsta Kurdan Bibe Yek


Hikûmeta Amerîkî berdewam e li bizavên xwe jibo razîkirina Kongresê ku moletê bide hikûmet êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed encam bide.

Abdulbaqî Yusif, endamê polîtburoya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê, dibêje ku mirov naxwaze welatê wî ji layê welatên din ve bê bombebarankirin, lê belê rejîma Beşar El Esed berpirsîyar e hemberî her êrîşeke li dijî Sûrîyê jiber ku rejîmê bi çekên kîmyawî êrîşa gelê xwe kir.

Birêz Abdulbaqî heriwha got ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd her ji destpêkê ve dixwest ku kirîza Sûrîyê bi danûstandin û rêyên sîyasî çareser bibe.

Derbarê nakokîyên navbera partîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê, birêz Abdulbaqî got ku Partîya Yekîtîya Demokrat rêkeftina Hewlêrê cîh bi cîh nake û nahêle helwêsta Kurdan bibe yek.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:01 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG