Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Eger Amerîka Tiştekî Neke, Şerê Sûrîyê Mezintir Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, bê guman pêkneanîna karekî Amerîkî dijî Sûrîyê dê bibe sedema şerekî mezintir û bêtir bikaranîna çekên kîmyawî.

Birêz Kerry roja Sêşemê li pêş Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoya Amerîka peyivî, di hewildanekê de jibo razîkirina qanûndaneran li ser piştgirtina karekî leşkerî li dijî Sûrîyê. Wî got, Serokê Sûrî Beşar Esed hezkirinek jibo desthilatê heye û ev jî bûye sedem ku gaza jahrî li dijî sivîlan meha bûrî ji derveyî Şama paytext bikar bîne.

Serokê Amerîkî Barack Obama gotîye ku ewê erêkirina Kongresê wergire berî ku biryara êrîşa li dijî Sûrîyê bistîne. Kerry gote senatoran ku êrîşeke leşkerî li ser Sûrîyê bê guman jibo berjewendîya niştimanî ya Amerîkî ye. Wî herwiha got ku pêkneanîna êrîşê tiştek e ku Îran, Hizbullah û Koreya Bakur dixwazin.

Di bersivdana êrîşên endamên komîteyê de, Wezîrê Derve tekez kir ku ti hêzên Amerîkî derbasî nav axa Sûrîyê nabin. Wî lê zêde kir û got, li ser gelê Sûrîyê dimîne ku rejîma Esed biroxîne.
XS
SM
MD
LG