Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka PYD: Em ne li Dijî Muxalefetê Sûrî ne


Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD Asya Ebdulla û şandeya pêre jibo beşdarê bernama pîrozbahîya Roja Aşitîya cîhanê bibin, hatin Dîyarbekirê û bi partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl re danû sendinan kirin. Hevseroka PYD birêz Ebdulla pêşî pres konferansek lidarxist paşê jî bersiv da pirsen Dengê Amerîka.

Asya Ebdulla di derbarê danûsendinên Tirkîyê re “got armanca hevdîtinên bi hêzên herêmê re ew e ku rewşa heyî binirxînin. Jiber ku di derbarê Kurda da pir nêrînên cuda hene.”

Birêz Ebdulla destnîşan kir gele Kurd beşek ji civaka Sûrî ne û pêwîst e di Sûrîya nû de pirsgirêka Kurd çareser bibe û ev çareserî ne xeter jibo kesî, bi taybetî jî jibo Tirkîyê. Jibo Tirkiye dikaribe rola xwe bilize lazime hewlesta xwe biguhere li hemberê Kurdan.
Hevseroka PYD jibo şerê leşkeri li dijî Sûrî got “hertişt bi mudaxeleyên derve çareser nabe. Tiştê rast ew e ku hemî hêzên opozisyona Sûrî jibo projeyek sîyasî ya paşeroja Sûrî werin ba hev.

Birêz Ebdulla da zanîn Kurd ne li dijî muxalefetê Sûrî ne, rexneya wan ew e ku proje itilafa Sûrî jibo hemî gele Sûrî nîne. Herwiha Kurd ne xetere ne jibo paşeroja Sûrî. Birêz Ebdulga dîyar kir itilafa Sûrî pêşengtî dike ka çawa dikarin cudatî têxin nav gele Kurd û Ereb û gelen dîtir.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG