Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amitay: Kurdistana Îraqê Rastî 200 Êrîşên Kîmyawî Hatibû


Mike Amitay
Mike Amitay
Rejîma dîktatorê berê yê Îraqê Sedam Husên li dawîya salên 1980’an bi çekên kîmyawî êrîşa Kurdistana Îraqê kir.

Êrîşa herî navdar li dijî bajarê Helebce bû, ku di wê êrîşê de nêzîkî 5,000 kes hatin kuştin.

Lê belê şarezayê rêbaza derve ya Amerîkayê Mike Amitay dibêje ku ji bilî êrîşa Helebce, herî kêm 200 carên din Kurdistana Îraqê rastî êrîşên bi çekên kîmyawî hatibû.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Amitay ji rêxistina Open Society Foundations li Washington got ku êrîşên bi çekên kîmyawî li dijî gundên Kurdan li buhara 1987’ê heta payiza 1988’ê berdewam bûn.

Birêz Amitay got ku heta îro bandora çekên kîmyawî li ser tendurustîya Kurdan xuya ye û nexweşîyên şêrpence, pirsgirêkên nefesê (henase) û nesaxîyên çav û pîstê li Kurdistana Îraqê belav in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG