Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Daxwaza Piştgirîya Amerîkîyan bo Êrîşa Sûrîyê Dike


Serok Barack Obama.
Serok Barack Obama.
Hikûmeta Amerîkî bizavên xwe zêde dike jibo bi dest xistina piştgirîya gelê Amerîkî jibo êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed.

Di gotarekê de roja Şembî, Serok Obama got ku eger Amerîka bersiva êrîşa kîmyawî nede, metirsîya encamdana êrîşên din yên bi çekên kîmyawî zêde dibe.

Serok Obama got ku bikaranîna çekên kîmyawî ji layê rejîma Sûrîyê ve “êrîşeke rasterast e li dijî serwerîya mirovan” û gefe ye jibo parastina niştîmanî ya Amerîkî.

Li gorî hejmareke rapirsîyên giştî, xuya dibe ku piranîya gelê Amerîkî piştgîrî nadin êrîşeke Amerîkî li dijî Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG