Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya Tirkan li Dijî Mudaxeleya Leşkerî ne li Sûrîyê


Balafirên F-16 li bingehê esmanî yê Incirlik li Tirkîyê, 31'ê Tebaxê, 2013.
Piranîya gelê Tirkîyê li dijî mudaxeley leşkerî ne li dijî rejîma Sûrîyê, li gorî rapirsîyeke giştî.

Rapirsîya ku ji layê rêxistina German Marshall Fund of the United States (GMF) ve hatîye encam dan, nîşan dide ku ji sedê 72’ê Tirkan li dijî operasyoneke leşkerî ne li Sûrîyê.

Nerazîbûna Tirkan hemberî mudaxeleya leşkerî di demekê de ye ku hikûmeta Amerîkî bi rijdî piştgirî dide her operasyoneke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed.

Hevdem, hikûmeta Serok Barack Obama bizavê dike ku piştirîya Kongres û gelê Amerîkî bidest bixe jibo êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed.

Hikûmeta Amerîkî rejîma Esed bi bikaranîna çekê kîmyawî li dijî gelê xwe tometbar dike.
XS
SM
MD
LG