Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Agahî Dide Welatîyên Xwe ku Neçin Tirkîyê


Marie Harf
Hikûmeta Amerîkî welatîyên xwe agahdar kir ku neçin Tirkîye û Libnanê, jiber nîgeranîyên çêbûna tundûtûjîyan li wan du welatan.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha hejmareke karmendên balyozxane û konsulxaneyên xwe li wan du welatan vekişand.

Marie Harf, cîgira peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîkî got ku kar li postên diplomatîk yên Amerîkî li bajarê Adana yê Tirkîyê û paytexta Libnanê berdewam in.

Ev agahdarî di demekê de ye ku hikûmeta Serok Barack Obama bizavê dike ku piştirîya Kongres û gelê Amerîkî bidest bixe jibo êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Beşar El Esed.

Hikûmeta Amerîkî rejîma Esed bi bikaranîna çekê kîmyawî li dijî gelê xwe tometbar dike.
XS
SM
MD
LG