Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozyel: Pêvajoya Çareserîyê Ber bi Xitmandinê ve Diçe


Piştî 1’ê Îlonê rêvebirê Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) Cemîl Bayik, bi rêya çend daxuyanîyan li ser rewşa Pêvajoya Çareserîyê nirxandinên neyênî kirin.
Wî got, wan vekişîna gerîlayan jiber ku dewletê heta niha gaveke bawerîyê bide wan ne avêtîye daye rawestandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî li ser van daxuyanîyan got, “em di biryara xwe de jidil in û divê Tirkîye rojek berîya rojekê ji bela terorê rizgar bibe.”Wî bibîr xist, ew kesên ku vê pêvajoyê xera bikin an jibo xera bibe gefan dixwin, dê nikaribin ji bin barê wê derkevin.

Cîgirê Serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel ji Dengê Amerîka re dîyar kir, Pêvajoya Çareserîyê ya ku serê salê destpê kiribû ber bi xitmandinê ve diçe.

Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir, sedema yekemîn ew e ku piştî rawestandina şerê çekdarî û vekişîna serhildayên PKK’ê, hikûmetê hem hewcedarîyên jibo çareserkirina pirsa Kurd bi cî ne anîye hem jî gavên ku jibo demokratîkbûna Tirkiyê divên ne avêtine.

Birêz Bozyel da xuya kirin, yek ji sedemên bingehîn yê paşxistina Kongreya Neteweyî ew e ku nêrîna Tirkîyê guherî, jiber vê yekê jî Hikûmeta Herêmê niha bi germî li vê meselê nanêre.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:07:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG