Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê li Îraqê Êrîşa Amerîkî Rexne Dike


Zarîf roja Yekşemê li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî re kom bû.
Zarîf roja Yekşemê li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî re kom bû.
Wezîrê derve yê nû yê Îranê êrîşa çaverêkirî ya Ameîrkî li dijî rejîma Sûrîyê rexne kir.

Di gotarekê de li Îraqê, wezîrê derve yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf dibêje bikaranîna hêzê li dijî Sûrîyê karekî ne qanûnî ye.

Zerîf roja Yekşemê serdana Îraqê kir, ku yekemîn serdana fermî ya wî ye piştî posta wezîrê derve yê Îranî wergirt.

Di wê serdanê de, Zerîf bi serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî, serokê parlamentoyê Osame Nûçeyfî û wezîrê derve Hişyar Zêbarî re civîya.
XS
SM
MD
LG