Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stenbol Jibo Olimpîyata 2020’ê Nehate Hilbijartin


Jacques Rogge serokê Komîteya Olimpîyata Navneteweyî navê bajarê serkeftî eşkere kir.
Tokyo wê mêvandarîya Olimpîyata sala 2020’ê bike, piştî di dengdanekê de li bajarê Buenos Aires paytexta Japonê li navbera sê bajaran hate destnîşankirin.

Bajarên din ku dixwest mêvandarîya Olimpyatê bikin Stenbol û Madrid bûn.

Nîgeranîyên hemberî şerê navxweyî li Sûrîyê ya cîrana Tirkîyê bû sedem ku Stenbol nebe mêvandara mezintirîn bûyera werzişî di cîhanê de.

Herwiha Madrid jiber pirsgirêkên aborî yên Spanyayê nehate hilbijartin.

Cara dawî li sala 1964’ê bû dema paytexta Japonê mêvandarîya Olimpîyatê kir.
XS
SM
MD
LG