Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizava Razîkirina Amerîkîyan bo Êrîşa Dijî Esed Didome


Serok Barack Obama
Serok Barack Obama
Birêveberîya Serok Barak Obama hewilên xwe çir dike jibo qayîlkirina endamên Kongresê û gelê Amerîkî jibo pêdivîya karekê leşkerî li dijî rejîma Sûrî.

Mezne karbidestên ewlehîyê ji roja Duşemê dê kombûnên ligel endamên Kongresê bikin û Serok Obama dê hevpeyvînan bide şeş kenalên televizyonên navdarên Amerîka.

Roja Sêşemê jî Serok dê gotarekê derbarê pêşhatên Sûrîyê pêşkeşî gelê Amerîkî bike.

Karbidestên Qesra Sipî vîdyoyan didin endamên Kongresê û welatên hevalbendên xwe ku dîyar dikin ka çewa çekê kîmayî li dijî gelê Sûrî hatîye bikaranîn.

Hikûmeta Amerîkî radigihîne ku li êrîşa kîmyawî ya roja 21’ê Tebaxê, herî kêm 1400 kes ji layê rejîma Esed ve hatin kuştin, ku 426 ji wan zarok in.
XS
SM
MD
LG