Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdan Tenûrên Xwe Anîn Stenbolê


Kurd li cihê ku koçber dibin kultura xwe jî bixwe re dibin. Nemaze li bajarên mîna Stenbolê ku bi milyonan Kurd lê dimînin domandina vê çandê bêhtir balê dikişîne.
Li Stenbolê bi vekirina kargehekê çanda nanê tenûrê bi tenûrên resen û nanpêjîya jinên Kurd tê domandin.

Du şirîkên Kurd demek berê bi destûrên fermî kargeha nanê tenûrê vekirin ku niha bi 8 tenûran û rojane derxistina bêhtirî hezar nanî vî karî didomînin.

Ev nanê ku bêyî tevlîkirina ti dermanan dipije, diçe ser sifreyên hezkarên nanê tenûrê yên seranserê Stenbolê.

Xwedîyê kargehê dibêjin, “jiber zêdebûna Kurdan li Stenbolê fikrê nanê tenûrê li me hasil bûye ku piştî vekirina fermî ya kargehê jî ji hawîrdorê bajêr pir kes daxwaza nan dikin, lê ew niha pê re nagihin.”

Şirîkê vê kargehê Resûl Atlikê Timoqî ji Dengê Amerîka re dîyar dike, “gelek kes bi hêvî û rica daxwaza tenûrek nan ji dayik û xwişkên xwe yên li welat dikirin, lê piştî ku me ev kargeh vekir, kesên bêrîya nanê tenûrê dikin tên êdî nanê xwe ji me distînin.”
Ew dixwaze, rojên pêş wek zincîre vî karî li gelek deverên Stenbolê belav bikin.

Yek ji nanpêja tenûrê Sacîde Yildiz dibêje, “min berê li welat jibo mala xwe nanê tenûrê çêdikir, niha jî li Stenbolê jibo debara xwe nanpêjîyê dikim.”

Rêvebirê Komela Hezo-Der anku navçeya Kozluk ya Batmanê Ercan Ozel ku cîranê kargeha nanê tenûrê ye kêfxweyîya xwe ya jibo domandina vê çandê li Stenbolê tîne ziman.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG