Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP’ê Onen Îtifaqa Hilbijartinan Dinirxîne


Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê ku li meha 3’ê ya sala 2014’an birêve diçin, hevgirtina xwe ragihandin.

Hevgirtina hilbijartinên herêmî ya her du partîyan, roja Duşemê li Stenbolê bi beşdarîya hevserok û nûnerên pêkhatên HDP û BDP’ê hate ragihandin.

Li gor vê îtifaqê BDP li bajarên Kurdan HDP jî li bajarên din yên Tirkîyê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinên şaredarîyan dibe.

Hevserokê HDP’ê Yavuz Onen ji Dengê Amerîka re dibêje, “mebesta me bi vê îtifaqê ew e ku em dixwazin bi rêbertîyeke zanistî feraseteke rêvebirîyên herêmî yên demokratîk pêk bînin.”

Birêz Onen, daxuyanîyên dawî yên rêvebirên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bibîr dixe û girîngîya vê îtifaqê jibo pêşvebirina pêvajoya aştîyê tîne ziman.

Ew herwiha vê hevgirtinê, wek mînaka şerê sosyal yê avakirina biratîya gelan li Tirkîyê pênase dike.

Di vê îtifaqê de piranî partî û komelên nêrîna çep cî digirin ku ji xeynî wan bizavkarên Gezî Parkê, rêxistinên sivîl yên cinsî û pîşeyî jî piştgiriya vê projeyê dikin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG