Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Wezîrê Derve yê Amerîka Çi li London'ê Got?


Wezîrê Derve John Kerry li London'ê
Wezîrê Derve John Kerry li London'ê
Wekî tê xuyakirin, gotineke nefermî ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry derbarê çekên kîmyawî yên Sûrîyê encamên navneteweyî bi xwe re anîye, ligel însyatîfên diplomatîk ji Rûsya û Fransa ve.

Ev yek guhertin e jibo planên Kongresa Amerîkî yên Sûrîyê. Lê pisrpor dipirsin ka gelo ev raman birastî dikare bibe pêşketinek yan rejîma Sûrî û hevalbendên wê dixwazin bi vê gavê haya cîhanê ji êrîşa kîmyawî û bersiva Amerîka biguherin.

Di dawîya konferanseke rojnamevanî dirêj bû roja Duşemê li London, dema ku nûçegihanekî ji Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry pirsî eger tiştek hebe Sûrîyê dikare bike da ku ji xwe ji êrîşa çaverêkirî ya Amerîkî biparêze.

Bersiva birêz Kerry, ev bû ku helbet Beşar Esed dikare hemû çekên xwe yên kîmyawî di hefteya bê de radestî civaka navneweteweyî bike.

Lê wezîrê derve yekser zelal kir ku ew bi awayekî teyorî daxivî, û ew çaverê nake tiştekî wisa çê bibe.

Lê Rûsya ew derfet bir û Sûrîyê qayîl kir ku ew jî wisa bike, bi kêmanî di prensîpê de. Ew gav bû sedem ku Kongresa Amerîkî civîna dengdana li ser Sûrîyê paşve bixe û herwiha bû sedem ku Fransa rêbertîya bnernivîseke Civata Ewelekarîya Neteweyên Yekbûyî bike ku daxwaza kontroleke navneteweyî li ser çekên kîmyawî yên Sûrîyê hebe. Serok Barack Obama got ku ewê piştgirîya çareserîyeke wisa bike eger pêk hat.

Eger ev pêşniyara Rûsya pêk nehat, hingê karbidestên welatên Rojava dibêjin ewê Esed bihêz bie ku çekên kîmyawî careke din bikar bîne.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG