Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Derfeteke Din Dide Diplomasîyê jibo Sûrîyê, Lê Bijareya Leşkerî Hîn Dimîne


Washington- Serokê Amerîka Barack Obama doza xwe jibo karekî leşkerî li Sûrîyê berdewam kir û got ku êrîşeke armanckirî “di berjiwendîye ewlekarîya niştimanî ya Amerîkî de ye.”

Di gotarekî televizyonî de roja Sêşemê bişev jibo gelê Amerîka, Serok Obama got ku di herdu salên pêşî de ji nakokîyê nexwest karekî leşkerî bike jiber ku “Amerîka nikare şerê navxweyî li welatekî din bi şer çareser bike.” Lê wî got ku rewş bi awayekî kûr di 21ê Tebaxê de hate guhertin dema ku hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed gaza jahrê li dijî bêtirî 1000 hemwelatîyên xwe ji derveyî Şama paytext bikar anî ku bi sedan zarok jî di nav qurbanîyan de bûn.

Serok Obama got, eger Amerîka û civaka navneteweyî biserneket tiştekî bikin, dê Esed û zordarên din her gav çekên kîmyawî bikar bînin. Wî got, bi demê re ewê leşkerên Amerîkî careke din rastî pirsgirêka şerê kîmyawî bibe, ew dikare ji terorîstan re hêsan bibe ku wan çekan bidest bixin û êrîşî sivîlan bikin. Serok Obama got ku serneketina pêkanîna karekî dikare Tirkiye, Urdun, Îsraîl û hevalbendên din yên Amerîka li herêmê têxe jêr metirsîya çekên kîmyawî û herwiha dikare hevalbendê Esed, Îran bihêztir bike.

Serokê Amerîkî got,mebesta êrîşeke Amerîkî li dijî Sûrîyê dê jibo qedexekirina Esed ji bikaranîna çekên kîmyawî, kêmkirina karîna hêza rejîmê ya bikaranîna van çekan û ji cîhanê re zelal bike ku Amerîka dê bikaranîna wan qebûl neke.

Lê Serok Obama daxuya kirin ku wî ji Kongresê daxwaz kiriye ku dengdana li ser karekî leşkerî paşve bixîne, piştî nûçeyên ku Sûrîyê pêşniyareke Rûsya qebûl kiriye ku çekên xwe yên kîmyawî têxe bin kontrola navneteweyî û wan talan bike.
XS
SM
MD
LG